Li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên vîrusa Korona hat eskerekirin

25 September 2020 13:30 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên vîrusa Korona hat eskerekirin

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê û li navçeyên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di 24 saetên borî de, 4 kes ji ber Koronayê can dan û 16 kes jî bi vîrusê ketin.

Li gor Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 saetên dawî de, 16 kesên din bi Korona ketine.

Ciwan Mistefa da zanîn, 7 kes li Hesekê, 4 kes li Qamişlo, 4 kes li Dêrik û kesek jî li Şehbayê bi vîrusa Korona ketine.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir, ku di 24 saetên dawî de, 4 kes ji nexweşên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê can dane, du kes li Hesekê û du kesên din li Dêrikê û Kobanî ne.

Li gor daxuyaniyê, herdu kesên li Hesekê can dane mêr in û yên li Dêrik û Kobanî jî jin in.

Di daxuyaniyê de herwiha hat diyarkirin,11 kes ji nexweşên Koronayê jî li Rojavayê Kurdistanê baş bûne.

Ji destpêkê ve heta niha 1359 kes li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bi vîrusa Korona ketine, ku 59 kesan can dane û 390 kes jî baş bûne.