Rojava | Amarên dawî yên rewsa vîrusa korona hatin belavkirin
PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser 134 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 2 kes jî pê mirin.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand di nav 24 saetên borî de, 134 kesên din bi koronayê ketine ku 61 kes zilam û 73 kes jî jin in.
Hat diyarkirin; li Heseke 34, li Til Temir 2, li Qamişlo 43, li Dêrikê 30, li Rimêlan 1, li Girkê legê 10, li Çilaxa 4, li Tirbesipiyê 3, li Amûdê 1, li Dirbêsiyê 3 û li Şehbayê jî 3 pêketiyên nû hatine tomarkirin.
Herwiha di nav 24 saetên borî de 25 kes jî bi vîrusa koronayê mirine ku heta niha hejmara mirinan li Rojavayê Kurdistanê gihîştiye 127 kesan û hejmara pêketinan jî bûye 4,738 kes.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin