Rojava | 16 wefat û 250 pêketiyên nû yên koronayê hatin tomarkirin

20 October 2021 20:39 0 dîtin
Rojava | 16 wefat û 250 pêketiyên nû yên koronayê hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand di nav 24 demjimêrên borî de 250 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 16 kes jî pê mirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser eşkere kir; 250 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 36 kes li Hesekê, 38 kes li Qamişlo,18 kes li Dêrikê, 9 kes li Amûdê, 8 kes li Rimêlan, 7 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Cil Axa, 1 kes li Girkê Legê, 43 kes li Reqayê, 46 kes li Tebqayê, 31 kes li li Dêrezorê, 1 kes li Minbicê, 8 kes li Şehbayê, 1 kes li Kampa Holê û 1 kes li Kampa Erîş e.

Herwiha hat ragihandin ku di nava 24 demjimêran de 11 kes jî baş bûne.

Hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihîşt 33003 kesan, ji wan 2338 kes baş bûne û 1158 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.