Rojava | 236 pêketiyên nû û 5 wefatên koronayê hatin tomarkirin

09 April 2021 16:04 0 dîtin
Rojava | 236 pêketiyên nû û 5 wefatên koronayê hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên borî de 236 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî can daye.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin; 236 kesên bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine  57 kes li Hesekê, 99 kes li Qamişlo, 11 kes li Dêrikê, 4 kes li Dirbêsiyê, 25 kes li Reqayê, 32 kes li Tebqayê, 6 kes li Şehbayê û 2 kes jî li Til Temirê ne.

Desteyê diyar kir ku 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane û 3 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên koronayê li Rojavayê Kurdistanê gihîşt 11769 kesan, ya mirinan bû 415 kes û heta niha 1354 kes jî baş bûne.