Rojava | 8 mirin û 396 pêketiyên nû yên koronayê hatin tomarkirin

26 September 2021 14:50 0 dîtin
Rojava | 8 mirin û 396 pêketiyên nû yên koronayê hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand, 8 kesên din ji ber koronayê can dane û 396 pêketîyên nû hatine tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 saetên borî yên vîrûsa koronayê belav kirin û eşkere kir, 8 kesên din bi koronayê can dane.

Herwiha hat diyarkirin ku 396 kesên din jî bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kes jî baş bûne

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîşt 26677 kesan, ji wan 2114 kes baş bûne û 899 kes jî mirine.