Kurdistan | 6 mirin û 74 pêketiyên nû yên koronayê hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 76 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 6 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 76 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 32 kes li Hewlêrê, 22 kes li Silêmaniyê, 21 kes li Duhokê û 1 kes li Raperînê ye.
Wezaretê diyar kir, di nav 24 demjimêran de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Germiyanê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 211 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 85 kes li Hewlêrê, 62 kes li Silêmaniyê, 54 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 5 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.
Li Herêma Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 380351 kesan, ya mirinan bû 7099 kes û heta niha 37387 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin