Rojava | 7 wefat û 232 pêketiyên din ên koronayê hatin tomarkirin

20 April 2021 19:14 0 dîtin
Rojava | 7 wefat û 232 pêketiyên din ên koronayê hatin tomarkirin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser di nav 24 saetên borî de, 232 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 7 kes jî pê mirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 7 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest dane, 232 kesên din pê ketine û 12 nexweş jî baş bûne.

Mistefa eşkere kir; 232 kesên din bi Koronayê ketine 122 mêr, 110 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 32

Qamişlo: 51

Dêrik: 23

Dirbêsiyê: 10

Kobanê: 3

Reqa: 28

Tebqa: 32

Dêrazor: 38

Minbic: 3

Kampa Roj: 11

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê heta niha 14 hezar û 281 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin, 469 kes ji wan mirine û hezar û 456 kes jî baş bûne.