Rojava | 3 wefat û 47 pêketiyên nû yên koronayê hatin eskere kirin

17 May 2021 20:12 0 dîtin
Rojava | 3 wefat û 47 pêketiyên nû yên koronayê hatin eskere kirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 47 kesên din bi koronayê ketine û 3 kes jî pê mirine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, 47 kesên din bi koronayê ketine ku 22 mêr, 25 jin in û 3 kesan jî can daye.

Dr. Mistefa herwiha da zanîn ku 5 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketinên hatine eşkerekirin gihîşt 17 hezar û 45 kesan, ya mirinan bû 700 kes û hezar û 751 kes jî baş bûne.