Hêzên Amerîkî ji Rojavayê ber bi i Herêma Kurdistanê ve vekisiyan
PeyamaKurd - Hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê ve ber bi Herêma Kurdistanê ve vekişiyan û îro yekemîn karwanê hêzên Amerîkayê derbasî nava xaka Herêma Kurdistanê bûn.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Piştî ku Serokê Dewleta Amerîkayê, Donald Trump biryara vekişîna hêzên wî welatî ji Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê da, ji çend rojên borî ve vekişîna hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê ve dest pê kiriye.
Hêzên Amerîkayê ku duh ji Til Temirê dest bi vekişînê kiribûn, duh şev ber bi sînorê Herêma Kurdistanê ve birêketin û îro ji aliyê navçeya Sihêla ve derbasî nava axa Herêma Kurdistanê bûn.
Hat ragihandin ku balafirên şer ên Amerîkayê ji esman ve çavdêriya vekişîna wan hêzan dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin