'Hêzên rejîmê li Rojavayê Kurdistanê rê li ber hêzên Amerîkî girtin û ew vegerandin'
PeyamaKurd - Hêzên rejîma Sûriyê li nêzîkî bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê rê li karwaneke leşkerî ya hêzên Amerîkayê girt û ew vegerandin.
Li gorî ajansa SANA ya fermî ya Sûriyê, e ndamên rêbenda li gundê Mensefa Jêrîn li gundewarê Til Temir nerazîbûn nîşanî 3 wesayitên leşkerî yên hêzên Amerîkî dane û ew neçar kirine ku ber bi binkeyên xwe ve vegerin.
SANAyê vîdyoyek jî li ser bûyerê belav kiriye û dibêje, hêzên hikûmetê li nêzîkî bajarokê Til Temir û li gundê Mensefa Jêrîn rê li sê wesayîtên artêşa Amerîkayê girtine û ew neçar kirine ku vegerin.
Heta niha gelek caran bûyerê rêgirtinê di navbera hêzên Amerîkî û Rûsî de çêdibin, lê vê carê li gorî SANAyê bûyer di navbera hêzên Sûriyê û Amerîka de diqewime.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin