Li Sinê 2 girtiyên Kurd hatin darvekirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Çarşemê danê sibehê du girtiyên Kurd ên bi navên Xalid Rûhî û Sîrûs Heyderî li girtîgeha navendî ya bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê hatin îdamkirin.
Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê cezayê darvekirina du girtiyên bi navên Xalid Rûhî yê xelkê gundê Çem Sû yê girêdayî bajarê Sine û Sîrûs Heyderî yê temen 60 salî yê rûniştvanê Sinê, di girtîgeha navendî ya Sinê de hate bicihkirin.
Li gorî Hengawê herdu girtiyên Kurd ji aliyê Dadgeha Îranê ve bi tohmeta kuştina bi zanebûn cezayê îdamê hatibû li ser wan hatibû sepandin û îro 6ê Kanûnê jî hatin îdamkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin