ROJHILAT | Li Îlamê 3 girtiyên kurd hatin bidarvekirin

18 April 2019 13:50 0 dîtin
ROJHILAT | Li Îlamê 3 girtiyên kurd hatin bidarvekirin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li bajarê Îlamê yê rojhilatê Kurdistanê 3 kesên kurd hatin bidarvekirin.

Dezgeha Mafên Mirovan a Hengawê ragihan ku îro danê sibê li Îlamê 3 girtiyên kurd li girtîgeha navendî ya bajêr hatin bidarvekirin.

Ew kesên kurd bi tohmeta kuştinê hatibûn girtin û cezayê mirinê bi ser wan de hatibû sepandin ku heta niha tu zanyarî di derbarê nasnameya kesên hatine bidarvekirin ve nehatiye belavkirin.