Li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê 2 jinên Kurd hatin darvekirin
PeyamaKurd - Li gorî çavkaniyên Rojhilatê Kurdistanê îro danê sibê li girtîgeha navendî ya Urmiyê, du jinên kurd hatine bidarvekirin.
Li gorî zanyariyan her du jinên kurd, 15 sal berê bi tohmeta kuştina zilamekî hatibûn girtin, zilam jî hevjînê yek ji wan jinan bûye û ew herdu jin jintiyên hev bûne.
Navê yek ji wan jinan Nazdar Vetenxah û navê ya din jî Araste Rencber e û ew zilamê ku hatiye kuştin, hevjînê Nazdarê bûye û Araste jî alîkariya wê kiriye.
Li gorî agahiyên ku malbatên wan dane zanîn, dadgehê mehek mohlet dabû wan da ku malbata kuştî razî bikin ji bo ku wan efû bikin lê piştî mehekê malbata kuştî li ser qisasê îsrar kiribû, ji ber wê jî hatin bidarvekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin