Li Kurdistanê îsal hemû derçûyên lîseyan bo zankoyan têne wergirtin

02 November 2021 20:39 0 dîtin
Li Kurdistanê îsal hemû derçûyên lîseyan bo zankoyan têne wergirtin

PeyamaKurd - Wezareta Xwendina Bilind ya Kurdistanê ragihand ku tevahiya derçûyên pola 12 ya amadehiyê (lîse) dê ji aliyê zanko û peymangehan ve bêne wergirtin.

Serokê giştî yê dîwana wezareta xwendina bilind ya Kurdistanê, Dr. Xetab Şêxanî di civîneke rojnamevanî de got, hejmara şagirt û qutabiyên ku ji aliyê zanko û peymangehan ve hatine wergirtin, gihîştiye 47 hezar û 746 kesan ku dike %90ê derçûyan.

Dr. Xetab Şêxanî da zanîn, “Niha 6 hezar kursiyên me yên xwendinê vala mane û 4 hezar û 706 şagirt jî mane hîn nehatine girtin. Yanî em dikarin tevahiya şagirdên ku mane jî li zanko û peymangehan bidin wergirtin, bi vî rengî îsal tevahiya derçûyên pola 12 têne wergirtin.”

Hêjayî gotinê ye, çend roj bûn beşek ji şagirdên derçû yên pola 12 ji ber wernegirtina xwe ji aliyê zanko û peymangehan ve nîgeran bûn lê bi fermana serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî û berpirsên pêwendîdar ev pirsgirêk hat çareserkirin.