Herêma Kurdistanê, îsal dê genimê hemû cotkarên xwe bikire

05 June 2022 19:52 0 dîtin
Herêma Kurdistanê, îsal dê genimê hemû cotkarên xwe bikire

PeyamaKurd-Ji aliyê rayedarên sîloya genimî yên Hewlêrê ve hat ragihandin ku ji ber qeyrana ewlehiya xurekan a ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê, Rêveberiya Herêma Kurdistanê amade ye ku hemû genimê destên cotkarên xwe bikire.

Gerînendehê Sîloya Hewlêrê Seîd Omer û Gerînendehê Plansaziya Çavkaniyên Avê yê Wezareta Cotkarî û Avê Zeda Muhamed; ji bo ajansa AAyê ragihandin ku wan, dest bi kirîna genimî ya ji cotkarên Herêma Kurdistanê kiriye û ew amade ne ku hemû genimê di destên cotkaran de bikirin. Seîd Omer ragihand ku Di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de par sînorê kirîna genimî hebû lê îsal ew sînor tuneye. Hat ragihandin ku sedema vê biryarê ya bingehîn ew e ku ji ber şerê navbera Rûsya û Ukraynayê, qeyraneke ewlehiya xurekan peyda bûye.

Hat ragihandin ku îsal tê payîn, berê genimî kêm bibe û dê serê tonê 750 dînar bê dayîn. Ji aliyê rayedaran ve hat diyarkirin ku ji bo ewlehiyeke baş a xurekan, pêdivî bi 1 milyon ton genimî heye lê berê îsal li gorî texmînan encax 400 hezar ton be.

Li gorî daneyên hatin parvekirin; li Herêma Kurdistanê 38 hezar û 948 kes cotkariyê dikin û ji 3 milyon û 593 hezar donim erdî, 2 milyon û 599 hezar donim tê çandin.