Amerîka û Îsraîlê li ser bersivdana êrîsên Îranê li hev kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîka û Îsraîlê derbarê bersiva hevbeş a dijî balafirên Îranê û milîsên wê yên bêmirov de li hev kiriye ku bi rêya herêma qedexeya hewayî rê li ber wan bigirin.
Berpirsên Amerîkî û Îsraîlê ji malpera Axios a Amerîkayê re ragihandine, hikûmeta Biden û hikumeta Îsraîlê derbarê qedexeya belavbûna balafirên bêmirov ên Îranê û moşekên Cruise ku li gel wekîlên wê yên li Iraq, Yemen, Sûriyê û Lubnanê hene, diyalog pêk anîn û Îsraîlê pêşniyara avakirina herêma qedexeya asmanî kiriye.
Hêjayî gotinê ye, ji ber êrîşên balafirên bêmirov ku komên alîgirên Îranê di nava hefteyên borî de pêk anîn û hin ji wan hatin têkbirin, Amerîka û Îsraîl metirsiyên mezin hîs dikin ku ev teknîk bikeve destê komên din û ew jî hêzên wan li herêmê bikin armanc.
Baregeha El-Esed a asmanî li Iraqê ku piraniya hêzên Amerîkayê yên li Iraqê lê bi cih bûne, ji aliyê milîsên şîe yên alîgirên Îranê rastî gelek êrîşan hatiye.
Herwiha sîstemên berevaniya hewayî yên Îsraîlê 18ê Gulanê balafireke bêmirov a Îranê ku dixwest derbasî aliyê hewayî yê Îsraîlê bibe xist xwar.
Di civîna 27ê Nîsana borî de, şêwirmendê ewelehiyê Jake Sullivan û hemkarê wî yê Îsraîlê Meir Ben-Shabbat li hev kirine ku komeke xebatê ya hevbeş were avakirin.
Civîna yekemîn a komê beriya 3 hefteyan bi serkêşiya Brett McGurk û Reuven Azar, hatibû lidarxistin.
Berpirsên Îsraîlê diyar kirine ku Îsraîlê herêma qedexeya hewayî ji balafirên bêmirov ên Îranê re pêşniyar kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin