Hîzbullaha Iraqê: Em ê bersiveke dijwar bidin êrîsên esmanî yên Amerîkayê
PeyamaKurd – Berpirsê Ewlehiyê yê Ketayîbê Hîzbullaha Iraqê Ebû Elî Eskerî di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kir, ew ê bersiveke dijwar bidin êrîşên esmanî yên Amerîkayê.
Ebû Elî Eskerî da zanîn: “Şerkirina li dijî artêşa dagirkeran, biryareke bi temamî Iraqî ye û ti aliyekî derve destwerdanê tê de nake û heta vekişîna serbazê herî dawî yê hêzên dagirkeran ji welatê me, veger ji biryarê tune ye.”
Eskerî destnîşan kir: “Armancgirtina nûnerên dîplomasiyê ji aliyê Bereya Muqawemeya Iraqê ve karekî redkirî ye û biryara Iraqê ew e ku nabe bi ti awayî êrîşî nûnertiyên welatan were kirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de eşkere kiriye: “Divê dijmin ji peyamê fêm bike, bersivdan dê gelek dijwar be û em ê êrîşên xwe li ser çend xalan berfireh bikin ku nehatibe xeyala wan jî, herwiha em ê pîvana gurza xwe bo qonaxekê zêde bikin ku veger jê nîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin