Hindistanê gef li Îranê xwar: Xwe di bin avê de jî vesêrin emê bersiveke cidî bidin!

28 December 2023 22:04 0 dîtin
Hindistanê gef li Îranê xwar: Xwe di bin avê de jî vesêrin emê bersiveke cidî bidin!

PeyamaKurd – Karvedana êrîşa bi ser keştiya bazirganî CHEM PLUTO ya madeyên kîmyewî li peravên Hindistanê berdewam dike.

Wezîrê Berevanî yê Hindistanê Şêrî Racênat Sîng, derbarê êrîşa çend roj berê bi ser keştiya bazirganî ya CHEM PLUTO de Îran tawanbar kir û bertekek tund nîşan da.

Wezîrê Hindistanê li ser êrîşa dronî got, “Heke bikerê vê êrîşê xwe di bin avê de jî veşêrin em ê wan peyde bike û bersiveke cidî bide.”

Hêjayî gotinê ye, ev daxuyaniya Hindistanê piştî ku Hêzên Navendî yên Amerîkayê CENTCOMê eşkere kir, êrîş ji aliyê droneke Îranê ve hatiye kirin, hate dayîn.

Wezîrê Hindistanê herwiha destnîşan kir, Hindistan pêbendî hevkariya hevpeymanên xwe yên navnetewî ye ji bo dabînkirina ewlehiya berfireh a deryayê.