Amerîka ji ber vetokirina wexta mekanizma alîkariya Sûriyê, Rûsyayê sermezar kir
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê bi sedema ku Rûsya zemanê mekanîzma alîkariya ji bo Sûriye veto kir, Rûsyayê şermezar kir. Heya niha alîkariya diçû Sûriyê di ser deriyê Tirkiyê yê bi navê Cilvegözü de derbas dibû û Amerîka vetoyê li dijî mirovahiyê binav kir. Amerîka bi biryara Rûsyayê xeyalên wê şikestin û berdevkê wezaretê Matthew Miller got ku alîkarî ji bo xelkê Sûriyê heyatiye û divê wext 12 meh dirêj bikin. Daxwaza dirêjkirina wext di konseya ewlehiyê ya NY de ket ber dengdanê û Rûysya daxwazê red kir. Miller di civîna çapemeniyê ya rojane de weha got:
“Daxwaza ku wexta mekanîzmayê 9 meh dirêj bikin ji aliyê Rûsya de hat redkirin. NY gelek caran got ku divê wext 12 mehên din jî dirêj bibe. Tevî banga rêxistinên mirovî, sekreterê giştî yê NY û rêxistinên civakî yên ku di sehayê de dixebitin jî, Rûsya nehişt biryar bidin.”
Wexta mekanizma alîkariyê di 10 ê Temmûzê de bi dawî hatibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin