The Guardian: Amerîka alîkariyan bibire wê DAIS serî hilde

10 February 2025 16:29 0 dîtin
The Guardian: Amerîka alîkariyan bibire wê DAIS serî hilde

PeyamaKurd - Rojnameya The Guardian a Brîtanî bi zarê çend berpirsên hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê  ragihand, “Ger birîna alîkariyên Amerîkayê li Sûriyeyê bikeve pratîkê, ew ê bibe sedema serhildana DAIŞê li herêmê.”

Guardianê daye xuyakirin, “Birîna alîkariyên Amerîkayê wê bandoreke xerab li ser rewşa jiyanê ya kampên bakurê Sûriyeyê bike ku bi dehan hezar kes di wan de dimînin.”

Birêveberê Kampa Holê li bakurê Sûriyeyê Cîhan Henan li ser îhtimala birîna alîkariyan gotiye, “Ez nizanim çi rû dide, lê dibe ku dabînkirina nan jî li kampan bê rawestandin.”

Rojnameyê eşkere kiriye, “Piraniya xelkê kampên Roj û Holê jin û zarok in, ku piraniya wan ji malbatên endamên DAIŞê ne, lê bê tomet hatine desteserkirin. Komên mafên mirovan jî bi fikar in ku şêniyên kampan di rewşeke giran de dijîn û alîkariyên mirovî nagihin wan.”

Hêjayî gotinê ye, Bluemont a Amerîkayî komeke alîkariyên mirovî ye, ji gihandina alîkariyan bo her du kampên Hol û Roj ên li Sûriyeyê berpirs e.

Bluemontê ragihandiye ku roja 24ê Çileyê 2025ê ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve fermana rawestandina karên wan li wan her du kampan gehîştiye wan ku ev yek ji bo rewşa wan kampan biryareke metirsîdar e.