Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê êrîsî Sehbayê kirin: 4 sivîl birîndar bûn
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, êrîşî ser navçeya Ehrisê ya Şehbayê kirin û di encamê de, 2 zarok bi giştî, 4 sivîl birîndar bûn.
Leşkerên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê ji bajarê Marî yê dagirkirî bi dehan top avêtin navenda navçeya Ehrisê ya Şehbayê. Di êrişê de cihên sivîlan hatin hedefkirin û di encama êrişê de 4 sivîl, di nav de, 2 zarok birîndar bûn.
Navên birîndaran wiha ne; Heysem Hisên, Heysem Omer (6) ji gundê Meydana yê navçeya Raco ya Efrînê ne û Ehmed Zekî ji navçeya Ehrisê ya Şehbayê ye.
Herwiha nasnameya birîndarê din nehat naskirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin