Efrîn | Çekdarên girêdayî artêsa Tirkiyê 4 xort revandin
PeyamaKurd – Çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê, li herêma Efrînê 4 xort ji gundekî revandin.
Li gor Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, koma Polîsê Leşkerî, roja 21/12/2021ê girt ser gundê Maratê û 4 xort bi tohmeta ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn revandin.
Rêxistinê da zanîn, navên kesên hatine revandin wiha ne: Elî Mihemed Îbrahîm (26 salî), Mihemed Ehmed Eyûbî (27 salî) Hemyar Mihemed Qilîç (27 salî) û Dilyar Betal Betal (27 salî).
Hewiha rêxistinê eşkere kir jî, ew her 4 xort ku û ber bi cihekî nediyar ve hatine birin, di sala 2020an dîsa bi hema tohmetê hatibûn revandin û piştî her yekî ji 1000 Lîreyên Tirkî wek fidya dan, serbest hatibûn berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin