SOHR: Li Serêkaniyê 7 çekdarên girêdayî Tirkiyê teslîmî HSDê bûn

01 November 2020 14:52 0 dîtin
SOHR: Li Serêkaniyê 7 çekdarên girêdayî Tirkiyê teslîmî HSDê bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 7 çekdarên bi ser komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve, li Serekaniyê xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) kirin.

Çavdêriya Mafê Mirovan li Sûriye SOHRê da xuyakirin ku çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve ji tirsa şandina şerê li Qerebaxa Çiyayî yê Ermenistan û Azerbaycanê û nedana mûçeyan xwe radest dikin.

Hat diyarkirin ew 7 çekdarên teslîm bûne li gundê Ebûrasîn yê ser bi Serekaniyê ve çalak bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 21ê Cotmehê jî 8 çekdarên opozîsyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê, li heman navçeyê xwe teslîmî HSDê kiribûn.