Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê gundewarên Til Temirê topbaran dikin

08 January 2021 14:00 0 dîtin
Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê gundewarên Til Temirê topbaran dikin

PeyamaKurd – Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, gundewarên Til Temir ê Cizîra Rojavayê Kurdistanê topbaran dikin.

Li gorî zanyariyan, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê her du gundên li derdora bajarê Til Temir ê Cizîra Rojavayê Kurdistanê, topbaran dikin.

Zanyarî didin zanîn, heta niha jî topbarankirin berdewam e û di derbarê ziyanen de tu zanyarî nehatine belavkirin.