Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 5 welatiyên Kurd girtin
PeyamaKurd – Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, li deverên cuda yên herêma Efrînê, 5 welatiyên Kurd girtin.
Li gor Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye Ibrahîm Şêxo daye zanîn: “Çekdarên koma Hemzat a ser bi Tirkiyê ve, welatiyê bi navê Yûsif Mehmûd Osman girtin û piştî îşkenceyê ew berdan.”
Ibrahîm Şêxo eşkere kir, ew welatiyê Kurd xelkê “gundê Girzîlê yê ser bi nahiyeya Şêrawa” ya Herêma Efrînê ye, û “di demekê de ku li ber pezê xwe bûye çekdarên koma Hemzat wî digirin.”
Herwiha welatiyê bi navê Şukrî Xelîl Ibrahîm, xelkê gundê Xaltan ê ser bi nahyeya Cindirêsê ya Efrînê ve jî girtine û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Li gor zanyariyan, li gundê Dêr Suwanê yê ser bi nahiyeya Şeran jî koma bi navê Polîsên Leşkerî ji 31ê Adara 2022an ve 3 welatî bi navên Arif Nebî Dawûd, Ehmed Leylê û Hesen Neisan Berazî girtine û ew her sê welatî bi “karkirina ligel Rêveberiya Xweser” tometbar kirine.
Herî dawî hat eşkerekirin, heta niha çarenivîsa wan her sê welatiyên Efrînî jî ne diyar

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin