Komên çekdar sê kes ji gundekî Efrînê revandin

22 December 2020 13:30 0 dîtin
Komên çekdar sê kes ji gundekî Efrînê revandin

PeyamaKurd – Li Efrînê, sê şêniyên gundê Dîkê yê navçeya Bilbilê, ji aliyê Milîsên Îslamî yên girêdayî Tirkî û Ixwan Mislimîn “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî”, hatin revandin.

Li gor zanyariyên ji Afrinpostê, 20ê Kanûna 2020an, şêniyên bi navê Sela Elo, Mistefa Elo, Hebeş Arselan Hebeş, dema berê xwe ji gundê Dîkê dan gundê li kêleka wan, da ku serê nasekî xwe sax bikin, hatin revandin.

Her sê welatî, yên ji aliyê milîsan ve hatin revandin, hê jî çarenûsa wan ne diyar e.