Cotkarên Kurd ji ber astengiyên hêzên Iraqê rêya Mexmûr û Hewlêrê girtin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku cotkarên Mexmûrê ji ber astengiyên hêzên Iraqê, rêya Hewlêr-Mexmûrê girtin.
Hat zanîn ku hêzên Iraqî rê nadin ku cotkarên Mexmûrê tov û dermanên çandiniyê ji Hewlêrê bi xwe re bibin Mexmûrê û daxwaza pere ji wan dikin.
Li hember vê kiryara hêzên Iraqê, cotkarên Mexmûrê îro 15ê Cotmehê rêya Hewlêr - Mexmûrê girtin û nerazîbûna xwe nîşan didin.
Cotkar dibêjin, niha demsala çandiniyê ye û pêwîstiyan wan bi wê heye ku tov û semadê ji Hewlêrê bibin Mexmûrê. Lê ew li ser xala kontrolê ya artêşa Iraqê tên rawestandin û tenê bi dayîna pereyan derbas dibin.
Cotkaran serî li dezgeha istixbarata Iraqê daye, da ku kelûpelên xwe bi nivîskî werbigirin, lê artêşa Iraqî hê jî rêgiriyê li wan dike.
Qezaya Mexmûrê 40 kîlometre dikeve başûrê rojavayê Hewlêrê lê ji aliyê îdarî ve bi ser parêzgeha Nînowa ve ye ku nehiyên Qerec, Dîbeke û Giwêr û 319 gundan pêk tê.
Hêjayî gotinê ye, Mexmûr devereke deştî û bi axa xwe ya bi berhemdar navdar e, lê projeyên avdanê yên ku derfetê ji bo pêşxistina çandiniyên didin kêm in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin