HDP li dijî biryara dersînorkirina penaberên Sûrî dest bi çalakiyan dike

24 July 2019 18:17 0 dîtin
HDP li dijî biryara dersînorkirina penaberên Sûrî dest bi çalakiyan dike

PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî biryara Parêzgariya Stenbolê ya dersînorkirin û derxistina ji Stenbolê ya koçberên Sûriyê biryar wergirtin ku çalakiyan bide destpêkirin.

Parêzgariya Stenbolê demek berê biryar derxistibû ku welatiyên Sûriyê yên navên wan li Stenbolê nehatine tomarkirin ji bajêr bên derxistin û hewce bike bên dersînorkirin.

HDPê li dijî vê helwesta parêzgariya Stenbolê biryar wergirt ku bi diruşma ‘Ji bo rawestandina vegerandin û dersînorkirinan em tên gel hev’ çalakiyan bide destpêkirin.

Li gor ragihandin HDPê dê çalakiya destpêkê roja Pêncşemê li demjimêr 19:00 li ber rawestgeha metroya navçeya Şîşlî ya Stenbolê bê lidarxistin û dê di çalakiyê de bi sembolên reş balê bikişînin ser bandora penaberiyê li ser zarok û jinan.