Li Ewropayê dersînorkirina penaberên Sûrî bû mijara nîqasê

05 March 2024 17:09 0 dîtin
Li Ewropayê dersînorkirina penaberên Sûrî bû mijara nîqasê
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Awusturyayê Gerhard Karner xwest ku mijara dersînorkirina penaberên ji Sûriyeyê yên li welatên Yekîtiya Ewropayê bê nîqaşkirin.

Gerhard Karner beriya civîna wezîrên naxwe yên welatên Yekîtiya Ewropayê ku roja duşemê li Brukselê pêk hatibû, ji bo kêmkirina zextên penaber û koçberan li ser Ewropayê banga bicihanîna "Peyamana Penaberî û Koçberiyê" kir.

Karner got ku hin herêmên Sûriyeyê ji bo vegera penaberan ewle bûne û xwest vegerandina wan penaberan bê nîqaşkirin.

Li aliyê din Wezîrê Jîngeh û Enerjiyê yê Awusturyayê Leonore Gossler jî bertek nîşanî daxuyaniyên Karner da û got, daxuyaniyên Karner helwest û prensîbên hikumeta Awusturyayê temsîl nakin û pêşniyarên wî ji aliyê qanûnî ve nayên pêkanîn ku li dijî Peymana Mafên Mirovan in.