Li Wanê 40 koçberên Afganî hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li navçeya Westanê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, 40 koçberên Afganî hatin desteserkirin.
Parêzgariya Wanê diyar kir, hêzên ewlehiyê li gundê Pendekanisê ser bi navçeya Westanê li ser gumanê barhilgirek rawestandine û di nav barhilgirê de 40 koçberên Afganî hatine desteserkirin.
Herwiha hêzên ewlehiyê ajovanê barhilgirê girtine û dest danîn ser barhilgirê jî. Piştî karên fermî, koçber ji bo Navenda Paşdeşandina Îdareya Koçê ya Bajêr hatin veguhestin.
Piştî kontrolkirina Afganistanê ji aliyê Talîbanê ve bi hezaran koçberên ku dixwazin biçin Ewropayê ji ser Îran û Rojhilatê Kurdistanê re derbasî Wanê dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin