Li Wanê 14 koçberên Afxanî hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li navçeya Tuşpa ya ser bi parêzgeha Wanê, 14 koçberên Afxanî hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyan, li Taxa Averagê ser bi navçeya Tuşpayê tîmên tevgera taybet û Şaxa Deriyên Sînorî û Rûbirûbûna Qaçaxçîtiya Koçberan ya Rêveberiya Emnî li ser agahdarkirinê operasyonek li dar xistin û di axurekî de 14 koçberên Afxanistanî hatin desteserkirin.
Herwiha kesek jî bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatiye girtin û dest danîne ser mînîbusa ku koçber pê hatine veguhestin.
Li gor agahiyan koçberên hatine girtin ji bo Rêveberiya Şaxa Deriyên Sînorî û Rûbirûbûna Qaçaxçîtiya Koçberan a Rêveberiya Emnî ya Wanê hatine şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin