Wan | 63 koçberên Afxanî di hundirê depoyekê de hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, 63 koçberên Afxanî di hundirê depoyekê de hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyan, li ser agahiya ku komek koçberên Afxanî sînor derbas kirine û û xwe di depoyeke nêzîkî Navçeya Pîşesaziyê ya Gevaşê de veşartine, Tîmên Fermandariya Cendermeyan a Parêzgeha Wanê dest bi operasyonekê kirin.
Hat ragihandin, di encama operasyonê de 63 koçberên Afxanî yên ku xwe di wê depoyê de veşartibûn hatin desteserkirin.
Herwiha hat ragihandin, beşek ji wan koçberan nexweş bûn û beşek ji wan jî di rê de birîndar bûne.
Herî dawî hat destnîşankirin, piştî dermankirina koçberên birîndar, koçberên destserkirî bo Navenda Koç û Koçberan a Wanê hatin şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin