42 koçberên Afxanî hatin girtin
PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê tîmên cendirmeyan mînînbusekî dan rawestandin û di mînîbusa ku ciyê 15 rêwiyan tê de hebû, tê de 42 koçber hatin girtin. Ajotvanê mînîbusê yê bi navê H.E.birin dadgehê û dadgeh wî şand zîndanê.
Koçberên Afxanî di rêyên qaçax de ketine nav sînorê Tirkiyê û karibûne heya bajarê Bedlîsê herin. Tîmên cendirmeyan koçberan teslîmê rêvebiriya Koçberan ya bajarê Bedlîsê kirin da wan paşde bişînin welatê wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin