Di barhilgirekê de 55 koçberên Afxanî hatin girtin
PeyamaKurd – Tîmên Fermandariya Cendirmeyan, li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, di barhilgirekê de 55 koçberên Afxanî girtin.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Agiriyê, tîmên Fermandariya Cendirme di kontrola rê de li ser gumanê barhilgirek rawestandin û di lêgerîna nav barhilgirê de 55 koçberên Afxanî hatin girtin.
Herwiha koçberên Afxanî ji bo dersînorkirinê radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Agiriyê kirin û şofêrê barhilgirê jî hatiye desteserkirin û lêkolîn bi wî re tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin