Wan | 300 koçberên neyasayî di barhilgirekê de hatin girtin
PeyamaKurd – Li navçeya Çaldiran a ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, 300 koçberên neyasayî di barhilgirekê de hatin girtin û 4 kesên bi guman hatin desteserkirin.
Tîmên Fermandariya Jendermeyên navçeyê diyar kirin, di çarçoveya rê li koça neyasayî bigrin, operasyonên xwe berdewam dikin. Herwiha tê gotin, di encama pîşkînîna barhilgerekê jin û zarok jî di nav de, 264 koçberên Afganistanê, 30 yê Pakîstanê û 6 jî yên Îranê hatine girtin.
Herwiha Fermandariya Jendermeyan destnîşan kir, bi îdîaya ku koçberên neyasayî tînin Tirkiyê, ajovanê barhilgêrê M.A û kesên bi guman M.D, E.S û M.S hatine desteserkirin.
Li gor hat eşkerekirin, rewşa koçberan ji ber bêoksîjenbûn û birçîbûnê ne başbûye û ji aliyê tîmên Hêla Germ 112 tenduristiya wan hatiye kontrolkirin û pêdiwiyên jiyanê hatine dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin