Wan | 48 koçberên neyasayî hatin girtin
PeyamaKurd – Li navçeya Îpekyolê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di encama operasyoneke li dijî qaçaxçitiya koçberan, 48 koçberên neyasayî hatin girtin.
Li gor daxuyaniya Rêveberiya Emnî ya Wanê, xebatên desteserkirina koçberên neyasayî û eşkerekirina kesên bazirganiya mirovan dikin berdewam e.
Di wê çarçovê de operasyonek ji aliyê Rêveberiya Têkoşîna dijî qaçaxçitiya koçberên neyasayî û şaxê derwazên sînor bi alîkariya helîkopteran pêk hatiye û li 3 navnîşanan 48 koçberên neyasayî hatine desteserkirin.
Herwiha hat destnîşankirin, 3 kes jî bi gumana rêkxistina veguhestina koçberên neyasayî hatine girtin.
Piştî pişkinîna wan a tenduristiyê, koçber ji bo Navenda Paşveşandina Îdareya Koçê ya Bajêr hatin veguhestin.
Ji aliyê Fermandariya Jendermeyan ya navçeyê hat gotin ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin