Wan | 115 koçberên neyasayî di avahiyekê de hatin girtin

18 August 2021 11:30 0 dîtin
Wan | 115 koçberên neyasayî di avahiyekê de hatin girtin

PeyamaKurd – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di du avahiyên di nava bajêr de, 115 koçberên neyasayî hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlekariya Wanê diyar kir, di lêgerîna du avahiyan de 115 koçberên neyasayî hatine desteserkirin û derbarê kesekî gumanbar jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Herwiha Rêveberiya Ewlekariyê di daxuyaniya xwe de destnîşan dike, li bajar bi armanca eşkerekirina qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya mirovan, xebatên xwe berdewam dikin.

Li gor agahiyan kesên karê qaçaxçîtiya koçberan dikin, koçberên neyasayî li avahiyên ku li bajar wek “malên şok” tên nasîn bi cîh kirine û li ser agahdarkirina welatiyan operasyon pêk hatiye.

Piştî operasyonê ev malên ku koçber lê hatine bicîhkirin, ji aliyên tîmên Şaredariya Wanê hatine xerakirin.

Derbarê netewa koçberan de ti zanyarî nehatiye belavkirin, lê ev demek e hejmareke zêde ya koçberên Afganî ji sînorê Rojhilatê Kurdistanê re derbasî Tirkiyê dibin.