Li Wanê 106 koçberên neyasayî hatin girtin
PeyamaKurd - Parêzgariya Wanê ragihand ku 106 koçberên neyasayî ji aliyên hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û ji bo 13 qaçaxçîyan jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Di daxuyaniya Parêzgariya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdsitanê de, hatiye gotin ku di encama oparasyona li dijî derbasbûna koçberan de, ji 11ê Kanûnê heta 17ê Kanûnê 106 koçber hatin girtin û bi tohmeta karê qaçaxçîtiya koçberan jî ji bo 13 kesan lêpirsîn hat despêkirin.
Li aliyê din Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlikaya di gotûbêjên budçeya 2024an a li Parlamentoya Tirkiyeyê de, li ser mijara koçberan got: “Li Tirkiyeyê 4 milyon û 613 hezar û 984 koçber hene. 47 hezar û 466 koçber hatine girtin û niha ji bo vegerandinê li navendên paşdevegrandinê ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin