Li Wanê 13 koçberên Afgan û 2 gumanbar hatin girtin
PeyamaKurd – Li bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê, 13 koçberên qaçaxî yên afganî hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya parêzgariya Wanê, piştî giliyê ku du gumanbar gelek koçberên qaçaxî di mala xwe de hewandine, ji aliyê cendermeyan ve operasyon li ser wê malê hatiye kirin û di encamê de 13 koçberên afganî yên di şert û mercên xirab de dijiyan hatine girtin.
Hat diyarkirin ku du gumanbarên bi navên D.A û M.E jî bi sedema organîzekirina qaçaxçîtiya koçberan hatine girtin û ew bo girtîgehê hatine veguhestin.
Biryar e koçberên hatine girtin jî bo navenda vegerandina koçberan bêne veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin