Li Wanê 28 koçberên di malekê de xwe vesartibûn hatin girtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Rêya Ermûşê ya Wanê 28 koçberên Afganî yên di nav malekê de diman hatin girtin.
Rêveberiya Asayîşa Wanê ragihandiye ku îro 22yê Adarê tîmên rûbirûbûna qaçaxçîtiya koçberan ên Fermandariya Cendermeyan a Wanê, li Taxa Haci Bekir operasyonek kirine û di encamê de 28 koçberên afganî yên di nav malekê de xwe veşartibûn hatine girtin.
Hat diyarkirin ku ew koçber piştî bidawîbûna karûbarên yasayî, radestî Fermangeha Koçê ya Wanê hatine kirin.
Hefteya borî jî li Wanê 1530 koçberên Afganistanî, 2 koçberên Turkmenistanî û koçberekî Îranê deseteser kiribûn û 24 kes jî bi tohmeta qaçaxçîtîya koçberan hatibûn girtin.
Ligel tedbîrên tund ên sînoran jî rojane bi sedan koçber ji ser Îran û Rojhilatê Kurdistanê derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê dibin û piştre li bajarên Tirkiyê belav dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin