Parêzgeariya Wanê: 101 koçberên Efxanîstanî hatin desteserkirin

02 May 2022 16:03 0 dîtin
Parêzgeariya Wanê: 101 koçberên Efxanîstanî hatin desteserkirin

PeyamaKurd- Li Bakurê Kurdistanê, li navçeya Sarayê ya Wanê, 101 koçberên Efxanîstanî hatin desteserkirin. Parêzgariya Wanê ragihand ku koçber ji bo Navenda Koç û Koçberan hatine şandin.

Parêzgariya Wanê ragihand ku tîmên girêdayî Fermandariya Cendermeyan, şeva borî bi hevkariya  Qereqola Sînor a Kapikoyê 101 koçberên Efxanistanî desteser kirine. Parêzgariyê diyar kir ku piştî kar û barên yasayî, 101 koçber ji bo Navenda Koç û Koçberan a Wanê hatine şandin.

Tevî bergirên ewlehiyê yên sînorî jî tê dîtin ku hatina koçberên Efxanîstanî ya ji Rojhilatê Kurdistanê ve dewam dike.