Serok Barzanî: Kak Fayiq Fermande û Pêsmergeyekî riya xebata rizgarîxwaza gelê Kurdistanê bû
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê serxweşî da malbata cîgirê berê yê Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Fayiq Tofîq ku doh Şemiyê koça dawî kiribû.
Serok Barzanî di peyama xwe de got, “Kak Fayiq Fermande û Pêşmergeyekî riya xebata rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê bû.”
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya Pêşmergeyê dilsoz û wefadar ê rêbaza Barzanî û kurdayetî Kak Fayiq Tofîq naskirî bi (Fayiqê Reş) gihîşt me.
Kak Fayiq Fermande û Pêşmergeyekî riya xebata rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê bûye û piştî raperînê jî li çendîn pêgehên berpirsiyariyê bi dilsozî û çalak û hestê bilind ê niştimanperweriyê xizmeta mîlletê xwe kiriye.
Pirse û serxweşiyê li xwe û tevahiya malbat û kesûkar û nasên xwedê jêrazî dikim, xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdar im hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşe û ruhê Kake Fayiq bixe ber dilovaniya xwe û bi behişta fireh şad bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin