Serok Barzanî bi minasebeta wefata Pêsmergeyekî Soresa Îlonê peyamek belav kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi helkefta wefata pêşmergeyê Şoreşa Îlonê, Sabîr Bêserî peyameka hevxemiyê belav kir.
Serok Barzanî duhî bi helkefta wefata pêşmergeyê Şoreşa Îlonê, Emîd Sabîr Abdulrehman naskirî bi Sabîr Bêserî, Pêşmerge û Fermandeyê dilsoz û têkoşer û bavê Şehîd Keywan Bêserî peyamek belav kir û hevxemiya xwe bo malbata wî nîşan da.

Peyama Barzanî wiha ye:
Bi navê Xxwedayê mezin û dilovan
Ji bo malbata rêzdar Xwedê jêrazî Emîd Sabîr Bêserî
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Pêşmergeyê Şoreşa Mezin a Eylûl û Fermandeyê dilsoz û jêhatî, Kak Sabîr Bêserî gihîşt min.
Kak Sabîr ji bilî wê yekê ku hemû temena xwe dilsozane ji bo xizmeta gel û welatê xwe terxan kir, Keywanê kurê xwe yê tekane jî bi niştîman bexşî.
Li vê boneya xemgîn da, pirse û serxweşiyê pêşkêşî malbata we ya têkoşer û hevalên Kak Sabîr dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin