Serok Barzanî li ser wefata Elî Qazî sersaxî da malbata Qazî Mihemed
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi boneya koça dawî ya kurê Pêşewa Qazî Mihemed Elî Qazî îro Yekşemê peyameke sersaxiyê ji malbata wî re rê kir..
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Bi xemeke mezin min koça dawî ya birêz Elî Qazî, kurê Pêşewa Qazî Mihemed bihîst. Ez sersaxiyê ji malbata Pêşewa Qazî re dixwazim û hevî û xema wan parve dikim."
Serok Barzanî herwiha hêvî ji Xweda kir ku sebrê bide giyanê nemir birêz Elî Qazî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin