Serok Barzanî bo wefata Mîr Kamîran Xeyrî Beg sersaxî da Kurdên Êzidî

16 June 2020 12:07 0 dîtin
Serok Barzanî bo wefata Mîr Kamîran Xeyrî Beg sersaxî da Kurdên Êzidî

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, bi sedema koça dawî ya Wekîlê Mîrê Êzidiyan ji bo Karûbarên Olî Mîr Kamîran Xeyrî Beg, peyameke sersaxiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyamê de, serxweşî li malbata wî, Mîrê Êzidiyan Mîr Tehsîn Beg û civaka Kurdên Êzidî kir û got:

Bi xem û kovaneke gelekî mezin me nûçeya koça dawiyê ya Wekîlê Mîrê Êzidiyan ji bo Karûbarên Olî Mîr Kamîran Xeyrî Beg bihîst. Xwedêjêrazî Mîr Kamîran kesayetiyekî Kurdperwer û welatparêz û xwedî soz û berkeftiyê malbata mîran û Kurdên Êzidî bû û jidestdana wî, karesateke mezin e.”

Serok Barzanî di peyamê de sersaxî û serxweşî li Mîr Hazim Tehsîn Beg, malbata Mîr, Civata Rûhanî û tevahiya xwişk û birayên Êzidî kir û got, “Ji xwedayê mezin dixwazim ku sebr û hedarê bide kesûkarên rehmetî û hemû Kurdên Êzidî û ruhê wî şad be û cihê wî bihuşta perîn be.”

Wekîlê Mîrê Êzidiyan ji bo Karûbarên Olî Mîr Kamîran Xeyrî Beg, doh ji ber nexweşîyê li nexweşxaneya Şêxanê koça dawî kiribû.