Singal 4 sal berê bi pêsengiya Serok Barzanî ji destê DAISê hat rizgarkirin

13 November 2019 15:36 0 dîtin
Singal 4 sal berê bi pêsengiya Serok Barzanî ji destê DAISê hat rizgarkirin

PeyamaKurd – Şingal rojek wekî îro 13ê Mijdara 2015an, bi pêşengî fermandariya giştî ya Serok Mesûd Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji destê rêxistina terorîst a dirinde DAIŞê hat rizgarkirin. Ragihandina rizgarkirina Şingalê ji aliyê Serok Barzanî ve li Çiyayê Şingalê ji hemû cîhanê re hatibû ragihandin.

3yê Tebaxa 2014an DAIŞê bi hovîtiyekê dest bi dagirkirina Şingalê kiribû û bi hezaran Kurdên êzidî hatibûn revandin û kuştin ku karesateke mirovî derketibû holê.

Kurdên êzidî wekî fermana 73yan a bi ser wan de hatiye kirin tuşî zilmeke mezin hatin û ji cih û warên xwe aware bûn. Herwiha bi hezaran keç û jinên êzidî hatibûn revandin ku hê jî tevî rizgarkirina bi hezaran revandiyan, aqûbeta gelekan ji wan nediyar e.

Qaymeqamê qeza Şingalê Mehma Xelîl ji medya Kurdistanê re di salvegera rizgarkirina Şingalê de ragihand ku Pêşmergeyên Kurdistanê bi serpereştiya rasterast a birêz Serok Barzanî ve Şingal ji destê terorîstên DAIŞê rizgar kirin.

Xelîl dibêje, Şingal bi du qonaxan hatiye rizgar kirin ji dest terorîstên DAIŞê, qonaxa yekem de nehiya Sinûnê ligel çiyayê Şingalê hate rizgar kirin, di qonaxa duyem de jî wek îro 13.11.2015ê Şingal ji destê terorîstên DAIŞê bi serpereştiya birêz Serok Barzanî ve hate azad kirin.

Piştî rizgarkirina Şingalê Pêşmergeyên Kurdistanê çûn nav Şingalê û alaya pîroz a Kurdistanê li Şingalê hate bilind kirin û wê roja dîrokî de hêviyek mezin ji bo xelkê Şingalê avabû ku bizîvirin ser mal û warên xwe, lê xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an nehişt ku Şingal bê avadan kirin û xelk wegere ku niha jî ji ber hebûna hinek hêzên cuda Şingal ber bi pêşerojeke ne diyar ve diçe.

Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl di salvegera rizgarkirina ji destê DAIŞê ya Şingalê de, rewşê wiha vedibêje û daxwaza çareseriyê dike:

“Xelkê Şingalê li bendê bû Şingal bê avadanî kirin û xelk wegere cîhê xwe û dest bi qerebûkirina zereran bê kirin. Herwiha dadgeh rola xwe bilîze ji bo cezakirina wan kesên destê wan tewana Şingalê de hebûn û bên alîkar û piştevaniya terorîstên DAIŞê kirine û hemû bên ceza kirin. Lê ev hemû jî bo Şingalê nehatiye kirin, hîn gorên komî nehatine vekirin û xelkê Şingalê hîn nevegeriyaye ser malên xwe û Şingal jî nehatiye avadan kirin.”