Qasim Seso: Serok Barzanî pistevaniya xwe ji bo Singalê tekez kir
PeyamaKurd – Qasim Şeşo li ser civîna xwe ya bi Serok Barzanî re got, Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo Şingalê tekez kir û pêwîst dibîne ku lihevkirina Şingalê bê bicihanîn.
Li gor zanyariyan, roja Duşemê, 16ê Cotmeha 2023ê, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Fermandeyê Fermandeya Şingalê ya Hêzên Pêşmergeyan Qasim Şeşo kir.
Qasim Şeşo li ser naveroka danûstandinên nav kombûna xwe de ji K24ê re daye zanîn, Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo fermandeya Şingalê û xelkê Şingalê tekez kiriye û gotiye: “Divê lihevkirina Şingalê bê bicihanîn ji bo ku ewlehî û seqamgîrî vegere deverê û aware vegerin ser mal û halên xwe”.
Herwiha Qasim Şeşo eşkere kiriye, “Serok Barzanî giringiyeke taybet dide xelkê Şingalê û berdewam rewşa awareyên Şingalê dipirse ku di nav kempên Herêma Kurdistanê de xwecih in. Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir, wê hemî bizavan bi Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî re bikin ji bo ku rewşa niha ya Şingalê û kêşeyên helawîstî bên çareserkirin.”
Fermandeyê Fermandeya Şingalê ya Hêzên Pêşmergeyan destnîşan kiriye, niha hejmareke komên çekdar ên ji-qanûnê-derkeftî li nav Şingalê hene û ew der dagir kiriye. Her ew in rêyê li vegeriyana aware û welatiyên me digirin ku vegerin ser warê bab û kalên xwe, lewma divê ew komên çekdar ji nav Şingalê bên derxistin, ji ber ew rêyê li bicîanîna qanûnê digirin.
Weke Qasim Şeşo daye zanîn, “heta niha 70% ji awareyên Şingalê venegeriyane ser warên xwe û li kempên Herêma Kurdistanê xwecih in, ji ber ku ew komên çekdar ên ku hukmê bajarî daye destê xwe rêyê li vegeriyana wan digirin. Heta ew kesên ku li Şingalê jî mane rojane ji bajarî derdikevin ji ber ku hest bi ewlehiyê nakin û jiyana wan di metirsiyê de ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin