Serok Barzanî: Leyla Qasim serê xwe li ber celad û dijmin xwar nekir

12 May 2024 12:34 0 dîtin
Serok Barzanî: Leyla Qasim serê xwe li ber celad û dijmin xwar nekir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 12ê Gulanê bi boneya 50 saliya bidarvekirina Leyla Qasim û hevalên wê peyameke bîranînê belav kir. Serok Barzanî got ku Leyla Qasim mînakeke bilind a jina Kurd e û şehîdbûna xwe weke şanaziyekê qebûl kiriye.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Leyla Qasim mînakeke bilind a jina Kurd e ku dîrok ji bo xwe û gelê xwe dirust kir. Wê şehîdbûna xwe wek şanaziyekê qebûl kir, lê serê xwe li ber cellad û dijmin xwar nekir.”

Serok Barzanî got: “Leyla Qasim û hevalên wê ji bo me hemûyan wane ne ku dilsoziya bi welat, bawerî û mirina serbilindî, ji jiyana koletiyê bi bihatir e.”

Serok Barzanî wiha pê de çû: “Bi helkefta 50emîn salvegera bidarvekirin û şehîdkirina Leyla Qasim, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Hema Reşîd, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî, silav li giyanê wan û hemû şehîdên rêya azadiyê.”