Nêçîrvan Barzanî: Leyla Qasim sembola berxwedêriya jina Kurd e

12 May 2024 21:14 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Leyla Qasim sembola berxwedêriya jina Kurd e

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 50 saliya şehidkirina Leyla Qasimê de peyamek belav kir û got, “Leyla û hevalên wê nimûneya berxwedana gelekî ne.”

Di 50 saliya şehîdkirina xwendekar û xebatakara rêya rizgariya Kurdistanê Leyla Qasim ku di 12ê Gulana 1974an de ji aliyê rejîma Beasê ya ÎIaqê ve hatibû darvekirin de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Leyla Qasim û rêhevalên wê bi bîr anî û got: 

“Em di 50 saliya şehîdkirina wan de, slav û rêzên xwe ji bo ruhê pak ê şehîd Leyla Qasim û hevalên wê dişînîn. Ew, ji bo azadî û serfiraziyê nimûneya canfedayî û berxwedana gelekî ku her dem amade ye canê xwe feda bike û ti carî radest neke."

"Leyla Qasim mînaka keça xwedî vîna Kurd û Kurdistanê ye"

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya peyama xwe de grîngiya bîranîna Leyla Qasim û rêhevalên wê destnîşan kir û got: "Leyla, nimûneya keça xwedî vîna Kurd û Kurdistanê ye ku her di hişê me de dimîne.”

Leyla Qasim di 1952yan de li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû û di 1970yan de, dema ku li Zanîngeha Bexdayê beşa Civaknasiyê dixwend, di 18 saliya xwe de bû endama Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).

Leyla Qasim, di 1972yan de jî di damezirandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de cih girt.

Leyla Qasim û 5 rêhevalên wê Nerîman Fûad Mestî, Cewad Hemwendî, Hesen Hema Reşîd û Azad Silêman Mîran, di 12ê Gulana 1974an de, ji aliyê rejîma Beasê ve hatin darvekirin.

Leyla Qasim ku bi xwendina Sirûda Neteweyî Ey Reqîbê meşiya sêdarê, bû sembola wêrekiya jina Kurd ku wê heta hetayê di bîra neteweya Kurd de zindî bimîne.