Nêçîrvan Barzanî: Ala Kurdistanê sembola daxwazên me yên hevpar e

17 December 2023 17:07 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Ala Kurdistanê sembola daxwazên me yên hevpar e

PeyamaKurd -  Serokê Herêma Kurdistanê îro Yekşemê di merasîma 17ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê de, gotarek pêşkeş kir.

Nêçîrvan Barzanî got: “Ala me sembola daxwazên me yên hevpar e. Ew sembola rûbirûbûna dijwariyan û derbaskirina astengiyan e.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, “Ligel ku ala Kurdistanê sembola welatekî ye, gelê Kurd û hemû pêkhateyên din bi hev ve girê dide, ji ber wê bila bilindkirina vê alayê di vê rojê de, wê peymana di derûna me de nû bike, ku dubendiyê derbas bikin, rêzê li cudahiya xwe bigirin û bi hev re neteweyekê ava bikin ku cihê hêviya hemû wan kesên li Kurdistanê dijîn be.”

Barzanî wiha dewam kir: “Sembola daxwazên me yên hevpar e, sembola rûbirûbûna kêşeyan û derbaskirina astengan e, nîşana soza afirandina paşerojeke geş ji bo me hemûyan e. Dema ku em alayê li ezmanê bêsînor bilind dikin, bila weryaya me jî pê re bilind bibe. Bila em hemû karîna bêsînor a di têkoşîna me ya hevpar de heye, bibîr bînin.”

Serokê Herêma Kurdistanê dawiyê jî got: “Bila ev rûmeta ku em îro hîs dikin, me ji bo bidestxistina armancên bilind, destkeftên mezintir, giyanê yekîtî û dilsoziya hevpar, ji bo hezkirina welat û hemû kesên li Kurdistanê dijîn, han bide. Di bin vê sîwana yekîtiyê de ku sembola nasnameya me ya hevpar e, em bi hev re, bi hêztir û xurtir bi pêş ve biçin û mezinahiya gelê xwe li ser rûpelên dîrokê tomar bikin.”